Li Îngilistanê oparasyona herî mezin a li dijî madeyên hişbir

Di dîroka Îngilistanê de, li dijî madeyên hişbir operasyona herî mezin hate lidarxistin.
Nêzî 200 hezar madeyên esrarê di serdegirtinên koordînekirî de hatin desteser kirin.
Herî kêm hezar kes hatin binçavkirin.
Rêveberên Îngilistanê jî dibêjin ev operasyon di nava welat de bû bingehek baş.

Polîsên Îngîltereyê li dijî madeyên hişbir li sernaserê welat operasyoneke mezin dane destpêkirin.

Di operasyonê de bi nirxê 130 milyon sterlin madeyên hişbir hate desteser kirin.

Hat diyarkirin piştî şopandina mehekê ya yekîneyên polîsan, operasyon îro bi awayekî lez hate destpêkiri.

Operasyona bi navê “Operasyona Mille” ku wek serdegirtinên herî berfireh ên dîroka welêt tê pênasekirin hatiye destpêkirin.

Di operasyonê de herî kêm hezar kes hatin binçavkirin

Di serdagirtinan de herî kêm hezar kes hatin binçavkirin.

Ji wan 450 kes bi hincetên cuda hatin binçavkirin.

Nêzîkî 200 hezar nebatên esrarê hatin desteser kirin.

Rayedaran diyar kirin ku hilberîna esrarê ji bo rêxistinên sûcdar çavkaniya dahatê ye.

Ji ber ku rêxistinên sûcdar bi hev re di nava pêşbirkê de ne, ev jî dibe sedema ku şîdeta heyî zêdetir bibe.

Jupp: Ev oparasyon li dijî madeyên hişbir bû bingehek baş

Berpirsê Sûcên Rêxistinkirî Yê Şefê Konseya Polîsên Netewî Steve Jupp, got:

“Torên rêxistinkirî yên ku di hilberîna madeyên hişbir de cih digirin bi tawanên giran ên din wekî şîdet û îstismarkirinê ve girêdayî ne.”

Jupp diyar kir ku vê operasyonê sûcdarên heyî têk bir û ji bo operasyonên nû ên di nava welat de bû bingehek baş.

Di çarçoveya operasyonê da 20 çek û 26 kîlo kokaîn ku bihayê wê 1 milyon sterlîn e hat bidestxistin.

Back to top button