Piştî 7 salan rêveberên Îran û Sûdanê civiyan

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebdullahiyan û Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûdanê Es-Sadiq li Azerbeycanê civiyan.
Hevdîtina piştî 7 salan a herdû welatan, weke yekemîn têkiliya dîplomatîk tê dîtin.

Li paytexta Azerbaycan Bakûyê, Civîna Wezîran a Buroya Kordînasyona Tevgera Bêalî hate li darxistin.

Wezîrên gelek welatan di civînê de amade bûn.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan û Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûdanê Alî es-Sadiq jî beşdarî civînê bûn.

Li gor nûçeyên ajansên fermî yên Îranê, Ebdullahiyan û Sadik li Navenda Kongreyê ya Bakûyê hatin bal hev.

Ev hevdîtin piştî nakokiyên 7 salan yên navebera herdû welatan pêk hat.

Wezîran di çarçoveya başkirina peywendiyên siyasî, aborî û ji holê rakirina pirskirêkên di navbera her du welatan de nîqaş kirine.

Di sala 2016’an de navbera herdû welatan xira bibû

Di sala 2016’an de darvekirina 47 kesan ji aliyê Erebistana Siûdî ve ku di nav wan de meleyê Şîe jî hebû, li Îranê rastî bertekeke mezin hat.

Li welêt xwepêşandan hatin lidarxistin û li dijî Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Tehranê û avahiya konsolosxaneya Meşhedê êrîş hatin lidarxistin.

Li ser vê yekê Erebîstana Siûdî, Behreyn û Sûdanê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îranê re qut kirin.

Îmarat jî têkiliyên xwe daxist asta karmendê kar.

Kuweyt jî balyozê xwe li Îranê vekişandibû.

Erebistana Siûdî û Îranê di meha Adarê de bi navbeynkariya Çînê li ser ji nûve avakirina peywendiyên dîplomatîk li hev kirin.

Ev yek bû sedema ku qeşaya di navbera Îran û welatên ereb ên herêmê de dest bi helînê kir.

Niha jî Îran hewil dide bi piraniya welatên Ereb re navbera xwe xweş bike.

Back to top button