Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê ku di roja xwe ya 76’an de ye, her roj tê binpêkirin. Dîsa şer di navbera hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên Dewleta Tirk li Idlibê derket.
Çavdêriya Sûrî ragihand ku, nîvê şevê li aliyê El-Enkawî yê Sehil El-Xab a Hemayê şer rû daye..
Di heman demê de hêzên hikumetê deverên Fitêra, Kinsefra, Sifûhin û Kefer Ewêd ên bakurê Idlibê topbaran kirin.
Hat zanîn ku ji vê sibehê ve balafirên Rûsî li ser esîmanê Cebel El-Zwiyê û Seraqibê digerin.