Mamosteyên Dihokê: Em ê li hember gendelî û diziyê bêdeng nemînîn

Mamosteyên Dihokê careke din daxwaz ji Hikûmeta Başûrê Kuridistanê kir ku, mcçeyên ku ev 5 meh in nedane wan, bidin û daxwazên wan bi cih bînin..
Mamoste dibêjin ku, girtin û êşkencekirina mamosteyan na çareseriyê ye

Mamosta û Endamê Koma Dengê Mamostayên Dihokê Rêber Îmîkî Rojnewsê re diyar kir ku, nabe ji mamosteyên xwedî maf re bêjin, destê derve li pişta wan e, ev yek nayê qebûlkirin..

Îmîkî teqez kir ku ji ber nerazîbûna wan ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û ji mafê xwe venagerin..

Beriya çend rojan Mamoste, karmend û şêniyên Dihok, Zaxo, Şêladizê û Ranya xwepêşandaneke berfireh li dar xistibûn û daxwaza bidestxistina mafê xwe kiribûn..

Back to top button