Rûsiya: Ji bo şandina alîkariyê, divê hevkarî bi Şamê re bê kirin

Rûsya şandina alîkariyê bo Sûriyê bi şertê kordîneya bi Hiûkmeta Şamê re girê dide..Nûnerê wê yê di NY de di rûniştineke Konseya Ewlekariyê de ji welatên Ewropayê xwest ku li şûna vekirina dergehan divê hevkarî bi hikumeta Şamê re bê kirin.

Vasily Nebenzia anî ziman ku mekanîzmeya şandina alîkariyan bi rêya sînorên ji dervî kontrola Hikumeta Şamê demkî bû.

Lê belê heta niha alîkariyên derbasî Sûrî dibin nagihêjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Ji lewma Birîtaniya û DYA daxwaz li Rûsiya kir ku careke din dergeha Til Koçerê ji bo alîkariyan were vekirin.

Rêveberiya xweser jî diyar kiribû armanca girtina dergeha Til Koçer dorpêçkirina herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Back to top button