Li ser pira Kirimê teqînên mezin

Li ser pira mezin a Kirimê ku di bin kontrola Rûsyayê de ye teqînên mezin rû da.
Mosko îdîa dike ku a hatî kirin êrişa bombeyî ye û ev weke ragihandina şerê li dijî xwe binav kir.
Ukryana jî her çendî berpirsiyarî negirte ser milê xwe lê têkildarî teqînê ev gotin bikar anî:
Ev hê destpêke.
Li aliyên din navenda Zaporîjya a Nuklerî careke din bû armanca êrişê.

Li ser pira ku Girava Kirimê bi xaka Rûsyayê ve girêdide teqînên mezin pêk hatin.

Di encamê de zerareke mezin li rêya tevgera wesayîtan bû.

Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li dijî Terorê li Rûsyayê îdîa kir ku erebeyek bombebarkirî li ser pirê hatiye teqandin.

Li gorî daxuyaniya navendê,

Ji ber teqînê beşek ji pirê hilweşiyaye.

Rêveberiya Mosko jî teqîn weke ragihandina şerê li dijî Rûsyayê binav kir û got, wan dest bi lêkolînan kiriye.

Ukrayna: Her tişta ne rewa divê were tinekirin

Ji şêwirmendên serokê Ukraynayê, Mihaylo Podol-yak ragihand ku hê welatê wan berpirsiyarî negirtiye ser xwe û got;

Ev hê destpêk e.

Her tişta ne rewa divê were tinekirin. Ukrayna wê deverên xwe careke din bidest bixe.

Navenda Zaporîjya dîsa bû armanca êrişê

Di vê navberê de Navenda Nukleerî Zaporîjya ku di bin kontrola hêzên Rûs de ye, careke din bû armanca êrişê.

Heta niha nayê zanîn bê êriş ji aliyê kîjan alî ve hatiye kirin.

Lê rêveberiya navendê diyar kir ku ji ber teqînê, elektrîk qut bûye.

Back to top button