Şandeyan Jinan ya Bakurê Kurdistanê serdana RJAK’ê kir

Şandeya Jinan ya Bakurê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û hevşeradar, rêveberên TJA’yê çalakvanên mafên jinan pêk tê, li Silêmaniyê serdana RJAK’ê kir.
Di hevdîtinê de qala xebat û têkoşîna hevbeş ya jinên Kurd û hemû jinan hate kirin.

Di hevdîtinê şandeya jinan ya Bakurê Kurdistanê û şandeya RJAK’ê de qala xebat û têkoşîna hevbeş ya jinên Kurd û hemû jinan hate kirin.

Şandeya jinan li bajarê Silêmaniyê serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir.

Di serdana xwe de her du aliyan rewşa jinan li herêmê, pirsgirêkên jin rojane pêre rûbirû dimînin gotûbêj kirin.

Herwiha li ser çawaniya ji holê rakirina tundiya li ser jinan û azadiya jinan nîqaş hatin kirin û hate gotin ku ger azadiya ramanê nebe, jin azad nabe.

Di hevdîtinê de îşaret bi têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ kirin ku êdî li hemû cîhanê belav bûye û hate diyarkirin ku divê li ser vê fikir û prensîbê bi hev re bixebitin.

Biryare serdanên şandeya jinên Bakurê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bidomin..

Back to top button