Koçberên Efrînê: Vîn û berxwedana gel ji dorpêçê xurttir e

Koçberên Efrînê yên li Kampa Serdem dimînin diyar kirin ku hikumeta Şamê dorpêça li ser herêmê giran dike lê bi vê dorpêçê jî nikare berxwedana wan têk bibe.

Koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, têkildarî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê axivîn.

Koçbera bi navê Hesne Hesen anî ziman ku dorpêç nikare vîna wan bişikîne û wiha got:

“Hikumeta Şamê nahêle mazot, kehrebe û tupên gazê jî derbasî herêmê bibin.

Lê em gelê Efrînê yê li Şehbayê, em tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin.”

Koçberê bi navê Hesen Ehmed Hesen jî da zanîn ku berxwedana gel dê dorpêçê têk bibe û wiha axaftina xwe domand:

“Em Kurd in û em ji vî welatî ne. Mafê me jî lê heye û divê dorpêç bê rakirin û em bi aramî bijîn.”

Her wiha koçbera bi navê Eyş Mihemed jî eşkere kir ku bi dorpêçê jiyan nayê sekinandin û wiha pê de çû:

“Em bi karton û kaxizan agir vêdixin. Heke em mazotê bikirin jî gelekî biha ye.

Ji ber zehmetiyên heyî yan jî dorpêça hikumeta Şamê jiyan nasekine.”

Şehba-Êrişên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê

Back to top button