Dezgeha Zanyarî ya YNK’ê: Kujerên Yasîn Bûlûd (Şukrî Serhed) hate girtin

Berpirsyarê Saziya Îstîxbaratê ya YNK’ê ragihand ku kesên 2 rojên dawî de li Silêmaniyê êriş pêkanîne hatine binçavkirin.

Derbarê êrişan de ji saziyên ewlekariyê yên Silêmaniyê dû daxuyanî hatin dayîn.

Rêveberiya Giştî ya Dije Terora YNK’ê û berpirsyarê Dezgeha Zanyarî ya YNK’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku wan kujerên Yasîn Bulud (Şukrî Serhed) girtine.

Sazî derbarê mijarê de daxuyanî da û got:

Hêzên me bûyerên di nava 2 rojên dawî de li Silêmaniyê qewimîne, agahiyên girîng bi dest ketine.

Heya bûyer baş hatî zelalkirin û piştrastkirin, ewê hemû agahiyên pêwîst bi raya giştî re parve bikin.

Her wiha yek jî berpirsyarê Dezgeha Zanyarî ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê YNK’ê Ejî Emîn jî derbarê binçavkirina sucdaran de li ser malpera xwe ya facebook’ê daxuyaniyek da.

Ejî Emîn dibêje; “Kesên ku di nav 2 rojên borî de li Silêmaniyê suc kirine, hatine binçavkirin. Emê di demek nêzde agahiyên derbarê sucdaran bi raya giştî re parve bikin.”

Back to top button