Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 152 kesên din bi Coronayê ketin, 3 jî mirin

Hejmara kesên bi Coronayê dikevin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj zêde dibe.
Li gorî Desteya Tenduristiyê 152 kes din bi Coronayê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane 2 mêr û jinek e.

Mistefa diyar kir ku 87 mêr û 65 jin 152 din jî pê ketine.

Mistefa diyar kir 8 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 10 hezar û 331 kes bi vîrusa Coronayê ketine, ji wan 385 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 326 baş bûne.

Back to top button