Serçeteyê duyemîn ê DAIŞ “Ebû Gerar” li Kampa Holê hat girtin

Ebû Gerar serçeteyê duyemîn ê DAIŞ li Kampa Holê ket xefka çalakiya taybet a Yekîneyên Antî Teror û pêre jî 7 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Ev encameke din a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ye û tê de li kêleka girtina 70 kesên bi ser DAIŞ’ê de û gelek payebilindên wan girtî ne.

Hêzên Ewlehî û Leşkerî piştî rûdana bêhtirî 40 bûyerên kuştinê, lêgerîn di 7 beşên Kampa Holê de bi awayekî pêşketî pêk anîn û tê de alavên di teqînan de tên bikaranîn jî hatin dîtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk jî vê operasyonê weke gavekê ber bi aramkirina Kampê bi nav dike, lê ji ber bîrdoziya radîkal a DAIŞ’ê, wê alozî bi dawî nebe.

Nexasim li gorî agahiyan ku hîna operasyon derbasî beşê jinên DAIŞ’î ango devera herî metirsîdar nebûye û nayê zanîn jî bê wê ev encamine çawa bi xwe re bîne.

Kampa Holê ya ku koçberên Sûrî, penaberên Iraqî û Jinên DAIŞ’ê bi jimara 60 hezarî û nasnemeyên 57 welatan dihewîne, dabeşî 8 beşan dibe û ji ber zehmetiya kontrolkirina wê, Rêveberiya Xweser hişiyariya rûdana malwêraniyekê dide.

Welatên Cîhanê jî ji bo çareserkirina dosya vê kampê û girtiyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê tu gavek neavêtine, tevî ku rayedarên herêmî, avakirina dadgehan û perwerdekirina zarokan weke çareseriyeke ji kokê ve dibînin.

Bi xemsaeiyeke bi vî rengî û zêdebûna tevgera DAIŞ’ê li hindirê Sûrî, gelo wê careke din ev çete li meydana Sûrî werin dîtin?

Back to top button