Ji bo sivikkirina barê şêniyan di aliyê aborî de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê biryareke nû da û li gorî biryarê dê bi rêjeya ji sedî 30 mûçeyên karmendan bên zêdekirin.
Piştî bilindbûna dolarî Emrîkî, lîreya sûrî nirxê xwe winda kir.
Bi vê yekê rewşa welatiyên sûriyê dijwar bû û bandor li jiyana şêniyan kir.
Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, wekî girtina tedbîrên ji bo sivikkirina barên aloziya aborî, rêveberiya xweser gavan tavêje..
Bi biryara hejmara 97’an di civîna Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û Desteya Diravî de hate dayîn.
Li gorî biryarê, zêdebûna mûçeyan ji bo karmendên saziyên Rêveberiya Xweser ên ku eqdên qanûnî pêk anîne, derbasdar e.
Biryar ji bo eqdên pisporiyê ne-derbasdar e.