Meclisa Edaletê ya kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.
Meclisê bi daxuyaniyekê tecrîd û qedexeya hevdîtina parêzer û malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re şermezar kir.
Daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya gundê Til Sosin ê kantona Şehbayê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta AKP’ê piştî bêtirî 20 salan ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina hemû pîvan û qanûnên navnetweyî didomîne û armanca wê têkbirina îradeya gel e.
Meclisê bang li hemû rêxistinên mafên girtiyan û mirovan dikin ku van binpêkirinan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.
Xelkên Eyn Îsayê: Em ê dest ji xeta berxwedan û têkoşînê bernedin