Çalakvanên Nobeta Edaletê: Rêber Apo nûnerê 40 mîlyon Kurdan e

Çalakvanên li Îzmîrê, Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û Stenbolê Nobeta Edaletê didomînin, daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin.
Çalakvanên Nobeta Edaletê, diyar kirin ku divê Rêberê Apo azad bibe ji ber ku ew nûnerê 40 mîlyon Kurdan e.

Nobetên Edaletê ya ku ji bo berxwedan zîndanan û piştgiriya pêngava”Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin li 6 bajaran didome.

Li Amedê jî çalkiya nobetê bi piştgiriya domdar a gel 32 roj li peyxwe hişt.

Çalkî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hat berz kirin.

Li Wanê jî çalakî di roja 31’an de ye.

Kesên serdana çalakiyê kirin banga piştgirîdayîna berxwedanê li her kesî kirin.

Çalakiya nobetê ya li Edene jî di roja 32’yemîn de careke din bi banga rakirina tecrîdê dewam kir.

Li Mêsînê jî çalakiya nobeta edaletê di roja 32’yan de bi tevlibûneke xurt dewam kir.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mezîtliyê Zeynep Kavak di nobetê banga piştevaniya bi dayikan re kir û got:

“Têkoşîna dayikan têkoşîna me ye û êdî em ê bi hev re zilmê têk bibin.”

Di çalakiya li Stenbolê jî de ku ev 23 roj dewam dike, îro ji hêla rêveberên DEM Partiyê ya navçeya Sûltangaziyê ve dewir hat wergirtin.

Çalkvanên dewir girtin, anîn ziman divê bi Rêber Apo re hevdîtin bên kirin, ji ber pirsgirêka Kurd tenê bi vî awayî dikare bê çareserkirin.

Çalakiya nobetê ya li Îzmîrê di roja 5’an de dewam dike.

Kesên beşdarî Nobeta Edaletê bûn, pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Di çalakaiyê de daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo hate kirin û hate gotin, Rêber Ocalan nûnerê 40 milyon Kurda ye.

Nobetên Edaletê: Bila tecrîda li ser Rêber û zarokên me were rakirin

Back to top button