Qamişlo-Kesên hêjayî ‘Xelata Afirandinê’ ya HRRK’ê hatin dîtin eşkere bûn

Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) piştî festîvalê encamên wê eşkere kir.
Komîteyê ragihand ku ‘Xelata Afirandinê ya 2023’an ji Sefqan Orkeş û Mehmûd Berazî re hatiye dayîn.

Komîteya HRRK’ê ji bo kesên ku hêjayî ‘Xelata Afrîndeyê ya 2023’yan hatine dîtin daxuyaniyek da.

Daxuyanî li avahiya taxa Siyahî ya li bajarê Qamişlo hate dayîn.

Daxuyanî bi amadebûna rewşenbîr, hunermed û wêjevan ji aliyê endamên HRRK’ê Kemal Necim û Helîme Xelîl ve hat xwendin.

HRRK’ê di kongreya xwe ya 5’emîn ya li bajarê Qamişlo de biryar da ku her sal ‘Xeleta HRRK’ê ya Afirandinê’ pêşkêşî dahêner û afirênerekî Kurd bike.

Yekîtiyê teqez kir ku hilbijartina kesê serkeftî li gorî bandora wî li ser dîmena çandî û afirîner li Rojava û deverên hebûna Kurdan li Sûriyê bi giştî ye.

Biryar bû di 28’ê Kanûnê de xelata Afirînerî bê dayîn, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate taloqkirin.

Hate destnîşankirin ku 2023’an mûzîkjen Mehmûd Berazî û hunermend Sefqan Orkêş hêjayî xelata afrîneriyê ya HRRK’ê hatin dîtin.

Çav li rê ye ku ji bo kesên xelat wergirtine, wê di demeke bê de şahiyek were lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên 9’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava di bin serpereştiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de di 15’ê Kanûnê de bi dirûşma “Li ser gora her şehîdekî em sirûda azadiyê diçînin” dest pê kiribû.

Back to top button