”Armanca sereke tunekirina destkeftiyên Kurda ne”

Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku tevahî êrîşên tên kirin konspêteke hevpare û armanc jê jî, tunekirina destkeftî û bêstatukirina Kurda ye.

Piştî ku PDK’ê hêzên xwe li Zînê Wertê, Garê û Metînayê bicihkirin bertekên nerazîbêna li dijî van kirinan, zêde bûn.

Di 9’ê Cotmehê jî PDK’ê, Iraq û Tirkiyê “Peymana Şengalê” îmze kirin.

Piştî vê peymanê, PDK’ê 10 hezar leşker derbasî Şengalê kir.

Derbarê mijarê de, Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan nirxandin kir.

Leyla diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê perçeyên heman konseptê ne û got:

Hêzên global û herêmî polîtîkaya “li herêmê bi afirandina şer û pevçûnan krîzê çêdikin û bi vê krîzê berjenwendiyên xwe diparêzin” esas digirin.

Bi îmzekirina peymanê dixwazin li Şengalê pergala ku di çarçoveya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de hatiye avakirin tune bikin û êzidiyan cardin bi fermaneke nû re rû bi rû bihêlin.

Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Îştarê dibêje:

“Di çarçoveya van polîtîkayan de niha li Başûrê Kurdistanê rewşeke pir talûke heye, Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi destên PDK’ê şerê navxweyî derxîne, tiştên bi vî rengî bandoreke pir nebaş li pêşeroja gelê kurd bike.”

Back to top button