Şeniyên Şengalê: Em ê nehêlin ku Asayîşa Êzdîxanê ji Şengalê were derxistin

Li Şengalê bi armanca piştgiriya Asayîşa Êzidxanê çalakiya konvedanê ya ku duh hatibû destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de bi beşdariya komelgehên Borik û Duhola dewam dike.

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên li dijî peymana dagirkirina Şengalê, bi armanca piştgiriya Asayîşa Êzidxanê, duh li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedan.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû Asayîş in” hat destpêkirin û wê hefteyekê berdewam bike.

Çalkî duh ji aliyê komên ji komelgeyên Guhbel û Zorava ve hatibû birêvebirin.

Îro jî komên ji komelgehên Borik û Duhola çalakî dewr girt.

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûne diyar kir ku ewê destur nedin ku asayîşa Êzdîxanê ji Şengalê were derxistin.

Back to top button