Li navçeya Til Rifet a Şehbayê mayinek ji bermahiyên çetetyên DAIŞ’ê bi 4 zarokên Efrînî ve teqiya û her 4 zarok birîndar bûn.
3 ji wan zarokan birayên hev in û yek lawê apê wan e û navên wan jî wiha ne,
Diyar Bekir 9 salî, Nebî Bekir 15 salî, Nazmî Bekir 13 salî û Qaziqlî Bekir 13 salî.
Zarokên birîndar ji nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a Şehbayê hatin rakirin.
Kadroyên tenduristiyê diyar kir ku birînên zarokan kûr in û dibe ku ji ber wan astengdar bibin.