Ji fermandarên QSD’ê yê li eniya şer ya Eyn Îsayê Erdal Kobanê destnîşan kir ku dewleta Tirk êrişê sivîlan dike.
Erdal Kobanê diyar kir ku êrişên bejahî û hewayî berdewam dikin û ew êriş li gorî hiqûqa şer a navnetewî sûc in.
Erdal diyar kir her roj dewleta Tirk êrîşan zêde dike û baregehên nû çêdikin.
Dewleta Tirk guh nade ti qanûn û peymanên hiqûqa şer û êrişên bejahî û hewayî didomîne.
Erdal Kobanê bal kişand ser rewşa gelê herêmê û anî ziman ku ji ber van êrişan gelê sivîl berdelên giran dide.