Li rojavayê Kerkûkê 16 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hêzên Iraqê û hêzên hevpeyman li Kerkukê li dijî DAIŞ’ê operasyonek pêkanîn. Di encama operasyonê de 16 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku hêzên dijî teror ên Iraqê di 24 saetên dawî de operasyonek berfireh li sînorê Kerkûkê dijî çeteyên DAIŞ’ê destpê kirin û operasyon hîn jî didome.

Hat ragihandin, di dema operasyonê de, bi ser civînek çeteyên DAIŞ’ê de hatiye girtin.

Hate gotin ku dema çete di civînê de bûn, hêzên dijî terorê pê hesiyane û dinavbera wan de şer çêbûye.

Hat diyar kirin, piştî wê balafirên hêzên hevpeyman tunela ku çete têde di civînê de bûn, bombebaran kirine û di encamê de 16 çete hatin kuştin.

Gelek çek, belge û kel û pelên jiyanî yên çeteyên DAIŞ’ê ketiye destê hêzên Iraqê.

Hate ragihandin operasyona li dijî çeteyan hîn jî didome.

Back to top button