KOMEKE NÛ LI HEWLÊRÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEWR GIRT

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê dikeve roja 43’yan..

Îro komeke nû çalakî dewr girt.

Li dijî Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan li Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên greva birçîbûnê berdewam in..

Yek ji qadên ku bi awayekî aktîv tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûne, başûrê Kurdistanê ye..

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ve hatibû destpêkirin.

Çalakiya ku di roja 43’an de ye ji aliyê koma 22’emîn ve dewr hate girtin.

Çalakgeran eşkere kirin ku heta ku agahiyekê ji Rêberê xwe negirin wê çalakiya xwe berdewam bikin.

Di dema merasîma dewrgirtinê de Hevseroka Nûnertiya HDP’ê Muzeyen Guneş axivî û got,

“Îro koma 22’emîn dest bi grevê kirin.

Heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan berdewam bike û parlamenter di girtîgehên Tirkiyeyê de bin, wê çalakiya me jî berdewam bike.

Leave a Reply

Back to top button