Nûrî Mehmûd: Piştgiriya gelên Cîhanê bi Kobanê re didome

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî diyar kir Roja Kobanê ya Cîhanî ji bo tevahiya Cîhanê girînge û got, piştgiriya gelên cîhanê bi Kobanê re berdewam dike.
Mehmûd da zanîn ku Tirkiye her tim êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike da ku DAIŞ’ê li ser piyan bihêle.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê ji ANF’ê re axivî.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo Şereşa Rojava xwedî girîngiyeke mezin e û wiha got,

“Roja 1’ê Mijdarê ne tenê ji bo gelê Kobanê, ji bo gelê Rojhilata Navîn, Asya, Amerîka, Ewropa û hemû Cîhanê girînge.

Ev roj bû destpêka tunekirina DAIŞ’ê, her wiha ev roj bû serketina çanda demokrasiyê.

Bi vê re jiyaneke ewle û aram hat avakirin.”

Berdevkê YPG’ê diyar kir piştgiriya gelên cîhanê û civaka navdewletî ji Kobanê re di heman astê de berdewam dike û got,

Nûrî Mehmûd: Tirkiye bi êrişan dixwaze DAIŞ’ê li ser pêyan bihêle

Nûrî Mehmûd bal kişand ser opresyonên hevbeş ên li dijî DAIŞ’ê û got:

“Ji bo tunekirina DAIŞ’ê û pêkanîna aramiya Sûriyê, di navbera hêzên me û hêzên Koalisyona Navdewletî de karekî hevpeş tê kirin.

Lê Tirkiye her tim êrişî herêmên me dike da ku DAIŞ’ê li ser piyan bihêle.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku divê Koalîsyona Navdewletî li hember êrişên Tirkiyê xwedî helwest be.

Back to top button