
7 Welatên xwedî aboriyên herî mezin li cîhanê ku wekî G-7 tên naskirin, li paytexta Îngilistan Londonê, ji bo pirsgirêka baca kêm a şirketên mezin nîqaş bikin, civiyan.
Aboriyên mezin ji bo ku li platformên mezin ên înternetê yên wekî Google, Amazon, Facebook, Uber û platformên înternetê yên mîna wan veberhênan bikin û li welatên xwe kar peyda bikin zêdeyî 20’in polîtîkayên kêmkirina bacê didin meşandin.
Wezîrên Aborî yên welatên G-7, ku ji ber qeyrana piştî Covid-19’ê, ku li seranserê cîhanê bandora xwe hebû, li Lancaster House ya Londonê lihev civiyan.
Wezîran ji bo berevajîkirina “pêşbaziya kêmkirina bacê” nîqaş kirin.
Hate gotin, civîn bi erênî derbas bûye û li ser gelek mijaran ji li hevkirin pêk hatiye.
Tê diyarkirin ku pêşniyara kêmkirina baca Biden ji sedî 15 bi gelemperî di zîrveya navborî de hate qebûl kirin.
Di nava welatên G-7 de, DYA, Çîn, Almanya, Japonya, Îngilistan, Fransa û Kanada cih digrin.
Rûsya 2014’an ji ber dagirkirina xwe ya li herêma Kirim ya Ukrayna ji nava lîstê hatibû derxistin.
Ev welat dewlemendiya gerdûnî ya ji sedî 64 pêk tînin.