Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê eşkere kir ku dewleta Tirk bi êrîşan hewl dide tola DAIŞ`ê ji hêzên YPJ’ê hilîne.
YPJ’ê got: Divê gelê me, malbatên şehîdan û her kes li dijî Tirkiyê dozê veke.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên vê dawiyê daxuyaniyeke da.
Fermandariya YPJ’ê diyar kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya hêzên YPJ’ê û keda gelê herêm pêk hat.
Ev şoreş jî her dem bûye armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker..
Fermandariya YPJ’ê got:
Li ser dirêjahiya 10 salan YPJ’ê bi berdêlên giranbuha herêmên bakur û rojhilatê Sûrî parast.
YPJ’ê li şûna cîhanê tev şer kir û çeteyên DAIŞ’ê têkbirin.
Lê îroj dewleta Tirk a dagirker fermandar û pêşengên vê şoreşê armanc dike.
Dewleta Tirk bi van êrîşan hewl dide tola DAIŞ ji hêzên YPJ’ê bigire û DAIŞ ji nû ve zindî bike.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Divê malbatên şehîdan dozê li dijî DAIŞ’ê vekin
YPJ’ê destnîşan jî kir ku dewleta Tirk bi tang, top û balafirên keşfê her cure êrişê pêk tîne û mafên mirovan bin pê dike.
Her wiha raste rast welatî û zarokên herêmê şehîd dixe.
Ev êriş jî li ber çavê hemû cîhanê pêk tê, lê ti alî helwestê nîşan nadin.
Di dawiyê de Fermandariya YPJ’ê ji ber sûcên dewleta tirk a dagirker û kujer bang li gel û malbatên şehîdan kir ku di qada navdewletî de dozê li dijî wî vekin.
Her wiha hemû parêzerên dost re dibêjin ku ew jî xwedî li vê dozê derkevin û parêzeriya vê dozê bikin.