Li kampa Holê êrişî navendên du rêxistinan hatin kirin

Zarokên DAIŞ’î yên li Kampa Holê êriş birin ser avahiyên rêxistina NRC û Blumond ên li kampê kar dikin û camên pencereyan şikandin û dizîn.

Li gorî çavkaniyên ajansa ANHA’yê, ev êriş piştî ku Rêxistina NRC hemû karmendên ji niştecihên kampê ji kar derxistin pêk hat.

Her wiha ev kes wekî mamoste û gardiyanan li navendan li kampê kar dikir û bi gumana ku têkiliyên wan bi DAIŞ’ê re hene, ji kar hatin dûrixstin û li şûna wan karmendên ji derveyî kampê hatin bicihkirin.

Rêxistina Blumont a fransî jî gardiyanê xwe yê yekane yê ji niştecihên kampê ji kar derxist.

Rêxistinê, ji rêveberiya kampê xwest ku karmendên ji niştecihên kampê werin guhertin ku gelek caran bi hinceta “zekatê” fonên karmendan ji wan distînin.

Back to top button