Şandeya HDP’ê a ku serdana Semsûrê kir li navenda bajêr û gundan lêkolîn kirin. Siyasetmedarê kurd diyar kirin karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê gelek mezintir e.
Serdana şandeyên HDP’ê û siyasetmedarên Kurd ên li herêmên erdehêjê ji bo piştevaniya gel dewam dikin.
Parlamenterên û siyasetmedarê kurd ên HDP’ê îro serdana Semsûrê kirin.
Şandeya ku serdana navenda bajêr û gundan kir, lêkolîn kirin.
Şandeya HDP’ê piştre derbasî Şaxa Komeleyên Çanda Elewiyan a Semsûrê bi gel re civiyan
Li vir di navbera şandeyê û welatiyan de diyalog pêk hatin û gelê herêmê bertek nîşanî desthilatê dan.
Ahmet Turk: Karesata desthilatê afirandiye mezintir e
Şandeya ku bi welatiyan re sohbeta xwe dewam kir, piştre daxuyanî da.
Ahmet Turk ê ewilî axivî, diyar kir ku gel bi karesateke mezin re rû bi rû ye û wiha got:
“Karesata dewletê afirandiye ji karesata vê erdhejê mezintir e. Ev desthilat hikumet bi rojan bêhestiyar man.
Ji ber ku li benda fermana yek zilamî bûn gelek saziyan xebatên xwe sekinandin. ”
Ebrû Gunay: Em ê bi erdhejê re vê desthilatê bi hev re bişînin
Ebrû Gunay jî diyar kir ku desthilat weke li her derê li Semsûrê jî di dema xwe de mudaxile nekir û mirov di bin kavilan de hiştin.
Ebrû Gunay, anî ziman wan di van 12 rojan de dît ku desthilat birînan derman nake û got:
“Ev jî têre nake alîkariyan asteng dike. Desthilateke ku dixwaze enkazên nû biafirîne heye.
Em careke din ji Semsûrê dibêjin weke HDP em ê van hewldanên xwe bi hemû pêkhateyên xwe bidomînin.
Em ê bi erdhejê re vê desthilatê bi hev re bişînin.”