HDP: Em ê heta dawî li cem gelê xwe bin

Ji bo mexdûrên erdhejê gel û rêxistinên HDP’ê her dinava seferberiyê dene. Alîkariyên ku dibin sîwana rêxistinên HDP’ê de tên berhevkirin her ji aliyên AFAD’ê ve têne astengkirin.

Navenda Koordînasyonê ya Krîza Erdhejê ya HDP’ê bi 3 hezar û 200 dilxwazan xwe gihandibû bajarên bandor ji erdhejê girtine û bi 860 wesayitan xizmet ji mexdûran re pêşkêş kirin.

Lê duh qeyûm tayînî alîkariyan hat kirin.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren bertek nîşanî astengkirina xebatên ji bo alîkariyê da û got ewê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bidomînin.

Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin

Li Hatayê jî li bajêr, pirsgirêkên av û ceyranê dewam dikin.

Pirsgirêka hewandinê her ku diçe mezintir dibe.

Li konên ku ji aliyên AFAD’ê ve hatine vedan jî, pirsgirêkên germbûnê didomin.

Li bajêr çawa ku xebatên rizgarkirinê dereng man, niha jî li kolanan rakirina xirbeyan li benda rakirinê ne.

Sekreterê Giştî yê Halkevlerî Kutay Merîç, Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst Canan Yuce axivîn û banga piştevaniyê kirin û gotin: “Dewlet tune ye, gel heye, piştevanî dide jiyandin.”

Alikariya HDP’ê bi hêceta “alikariya neqanûniye” hate desteserkirin

Li gundên Şirnexê HDP’ê ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo mexdûrên erdhêjê alîkarî kom dikirin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

Bi îdîaya “alikariya neqanunî kom dikin” hemû alîkariya ku ji gund hat komkirin desteserkirin.

HDP’yên ku alîkarî kom dikirin yek bi yek ji GBT’ê re hatin derbaskirin.

Back to top button