Li herêmên Malî yên li ser sînorê Nîjeryayê, di êrişa komên tundraw de zêdeyî 40 sivîl hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên leşkerî û rayedarên xwecihî, li sê wargehên li bakurê Maliyê, roja Yekşemê êriş hatin kirin.
Di van êrişan de li gundên Karu, Uataguna û Dautegeftê zêdeyî 40 sivîl hatin kuştin.
Rayedarên xwecihî jî diyar kirin ku “çeteyên ketin gundan, her kes qetil kirin.”
Berdevkekî ewlekariyê ji ajansa AFP’ê re axivî û got,
“Li Karû 20 sivîl hatin qetilkirin. Li Uatagunayê 14 sivîl û li gundikê Dautegeftê jî hin sivîl hatin qetilkirin.”
Hate ragihandin ku êrişkar bi motorsîkletê ketine gundan.
Malî ku welatekî xizan ê li Sahelê ye, bi taybetî ji 2012’an ve li qadên ewlekarî û siyasetê di nava krîzê de ye.
Li aliyekî raperîna alîgirên serxwebûnê li aliyê din jî êrişên komên El Qaîde û DAIŞ’ê ji welat kêm nabe.
Sûcên giran ên hêzên ewlekariyê yên navbera civatên etnîkî bûn sedem ku bi hezaran sivîl û leşker jiyana xwe ji dest bidin.
Her wiha bi sed hezaran jî koçber bibin.