Li gundên rojavayê Serêkaniyê ji ber sûc û kiryarên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê, gel bêzar bûye.
Li gorî nûçeya ANHA’yê vê sibê bi dehan şêniyên gundê El-Rawiye yê rojavayê bajêr, xwepêşandanekê li dar xistin.
Xwepêşandan ji ber sûc û bipêkirinên dewleta Tirk û çeteyê wê di serî de çeteyên Şûheda El-Bedir ên girêdayî çeteyên Koma El-Hemzat, hat lidarxistin.
Di dîmenan de diyar dibe çawa welatî behsa diziya çeteyan û binpêkirinên li dijî wan dikin.
Her wiha sivîlekî ji gundê Menacîr ê rojhilatê bajarê Serêkaniyê ragihand ku çete bacan li sivîl û zeviyên çandiniyê yên li gundewarên rojhilatê bajêr ferz dikin.