Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqî: Mûşekeke katyûşa, li nêzî balyozxaneya Amerîkî ya li herêma Kesk ket

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqî ragihand ku mûşekeke katyûşa li derdora Balyozxaneya Amerîkî ya li herêma Kesk ket û ziyanên madî çêbûn. 

Li gorî Şaneyê, duh danê şevê mûşekeke katyûşa li xaniyekî derdora Balozxaneya Amerîkî ya li herêma Kesk ket. Di encamê de ziyan gihîşt dîwarên malê.

Li gorî agahiyan, ev mûşek ji taxa El-Idrîsî ya kolana Filistînê hatiye berdan.

Ev êrîşa 28’an e ku di nava 7 mehan de pêk hatine û heta niha ti aliyan berpirsiyariya wê negirtiye ser xwe, lê NY, komên Iraqî yên girêdayî Îranê tawanbar dike, ji ber berî niha Rêberê Bilind ê Îranî Elî Xameneyî gef xwaribû ku: “Wê Amerîka ji Iraq û Sûriyê ya ku hêzên Îranî tê de ne, were qewitandin”.

Li aliyekî din, Şaneyê da xuyakirin ku, “li dijî liv û tevgera DAIŞ’ê ya zêde, hêzên Iraqî li Nînewayê dest bi 2 operasyonên leşkerî kirine, da ku Eyn El-Cehş ji bermahî û şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê paqij bikin”.

Back to top button