YPJ: Zayîna Rêber Ocalan, ji nû ve pênaseya civakê ye

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan û salvegera damezrandina YPJ’ê li tevahî mirovahiyê pîroz kir. YPJ’ê teqez kir ku li dijî hemû êrîşan ew ê xeta têkoşîn û berxwedanê ji her demê zêdetir bilind bikin û tecrîda li ser rêber Ocalan hilweşînin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPJ’ê 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Apo û salvegera 7. a damezirandina YPJ’ê li jinên azadîxwaz û li tevahî mirovahiyê pîroz kir.

YPJ’ê diyar kir ku zayîna rêber Apo ji bo jina Kurd û tevahî gelên mezopotamiya ji nû ve pênaseya civakîbûyîn, jiyan, nasname, çand û exlaqê ye.

YPJ’ê wiha got:

Rastiya rêber Apo, danehev û heqîqeta pêkhatî ya hemû nirxên mirovahiyê ye.
Li hemberî tevahî rê û resmên pergala serdest ya ku mêr temsîla wê dike, bîrdozî û felsefeya rêber Apo, ji bo hemdemiya gelan navê jiyaneke nûye.
Ev jiyana nû bi aqilê jin, bi zanebûn, bawerî, cesaret, vîn, xwebûyîn û rêxistinkirina jinan ji nûve li ser xaka xwedawendan lê textê xwe daniye û jîndar dibe.

YPJ: Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin û tecrîdê bişkînin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê îşareta bi avakrina Hêzên jin di roja jidayikbûna rêber Ocalan de kir û wiha dewam kir:

Me li hemberî hêzên komploger, çeteyên DAIŞ’ê û hemû komên çete, bi hezaran rêhevalên hêja şehîd da.
Me xwe li ser mîrateya têkoşîna van şehîdên mirovahiyê ava kir, xwe bi rêxistin kir û bi kombûna hemû pêkhate, nasname, ol û baweriyan me xwe mezin kir.
Vaye îro jî em 8. Salvegera avakirina xwe pêşwazî dikin.

YPJ’ê teqez kir ku li dijî hemû êrîşan ew ê xeta têkoşîn û berxwedanê ji her demê zêdetir bilind bikin û tecrîda li ser rêber Ocalan rakin.

YPJ’ê di şexsê şehîdên Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê de tevahî şehîdên şoreşa gelan û azadiyê bi bîr anîn û soza xwe bi wan re nû kir.

Back to top button