Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk sivîlek revandin

Çavkaniyên ji bajarê Efrînê, ragihand ku komên artêşa Tirk a dagirker pêkirinên li dijî gelê sivîl ê Efrînê dewam dike. her wiha çeteyan sivîlek revand û dikanê sivîlan jî desteser dikin.

Roj derbas nabe ku li bajarê Efrînê revandin û talankirin pêk nayê.

Ev kiryar ji 18’ê Adara 2018 ve û heta roja me ya îro dewam dikin.

Çavkaniyên tayîbet ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Silêman Bekrê ê ji gundê Kefer Nebo yê navçeya Şêrawa revand.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan Silêman ber bi gundê Birc Heyder ê kantona Şêrawa ve birin e.

Desteserkirina çeteyan li ser milkên welatiyan

Her wiha çeteyên dewleta tirk li herêma Sîna ya bajarê Efrînê dikanên şêniyan desteser dike.

Di heman demê de çete kel û pelên di dikanan de weke milkên xwe dibîne.

Şêniyên Kurd ên ji dikanên xwe hatine qewitandin kel û pelên wan hatin dizîn, ger bixwazin dikanên xwe ji nû ve vekin, divê kirê bibin çeteyan.

Çavkaniyan ragihandin ku jimarek ji dikanan li kesên ku artêşa Tirk li Efrînê ew bi cih kirine, belav kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê piştî ku bi deh hezaran sivîl koçber kirin, li dijî şêniyên mane jî talanî û revandinê pêk tînin û paşê beramberî serbestberdana wan fidyeyê dixwazin û diziyê pêk tînin.

Back to top button