Li Wergeha Penaberan a Mexmûrê 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 9’ê Cotmehê Komploya Navnetewî bi meşekî girseyî hat şermezarkirin.

Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna hezaran kesî destpê kir û heta li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir.

Meş li ber derê NY, bi pêşwazîkirina ciwanên ku ev du rojin li wir ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî kon vedabûn, kombûn.

Li vê derê, Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel Elî Urek daxuyanî da.

Urek diyar kir hêzên komploger xwestin gelê Kurd ji dîrokê tune bikin lê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ev komplo vala derxist.

Elî Urek diyar kir heta dawî li dijî komplo û her cûre êrîşan ewê li berxwebidin û heta azadiya Rêber Apo dest ji têkoşînê bernadin.

Back to top button