Meşvanên Azadiyê yê baskê Wanê li Cizîrê ye

Meşvanên Azadiyê yê baskê Wanê li Cizîrê tevî astengiya polîsan bi coş hatin pêşwazîkirin.
Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz anî ziman desthilat wê nekare meşa wan bide sekinandin.
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê jî îro li bajarê Mazlum Dogan ango navçeya Dep a Xarpêtê bû.

Di bin berf û baranê de ji bo azadiya rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd rêwitiya 7 roj an.

Îro rawestgeha Meşvanên Azadiyê yê baskê Wanê, navçeya Cizîr a Şirnexê bû.

Meşvanên ku ji navçeya Silopiya bi rê ketin, li Cizîrê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştre, tevî girseyê heta avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê meşiyan.

Polîsan di dema meşê de hewl dan meşê asteng bikin, lê xelkê navçeyê bi çepikan piştgirî dan meşvanan.

Saliha Aydenîz: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin

Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz yê li wir axivî diyar kir ev meş ê bi ser keve û got:

Nêzikatiya desthilatdar ya îro li Cizîrê tê nîşandan, nîşaneya tirsa wan a ji demokrasiyê ye.

Saliha Aydenîz anî ziman desthilata AKP’ê wê nekare meşa wan bide sekinandin û ev bang kir:

Gelê me polîtîkayên we yên ku vîna wan nas nakin qebûl nekir û wê qebûl neke.

Piştî axaftinan, Meşvanên Azadiyê derbasî avahiya partiyê bûn.

Dayikên Şemiyê li vê derê patîk û lepik û nameyên nivîsandin radestî meşvanan kirin ku bişînin Îmraliyê.

Zarokeke keç a şal û şapik li xwe kirî jî nameya ku nivîsandî û pêlîstoka xwe radestî meşvanan kir û xwest ji Rêber Apo re bên şandin.

Meşvanên Azadiyê yên Qersê li navçeya Kanîreş a Çewligê dewam kir

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê jî li navçeya Kanîreş a Çewligê dewam kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan piştî meşê axivî û pêşengên berxwedana mezin a Zindana Amedê bi bîr anî.

Piştî axaftinê, li qehwexaneyê bi gel re civîn hate lidarxistin.

Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Paşê Meşvan ber bi bajarê Mazlum Dogan ango navçeya Dep a Xarpêtê ve ketin rê.

Li Depê, di nava kesên meşvan pêşwazî kirin de xwişka Mazlum Dogan, Arîfe Dogan jî hebû.

Meşvan û girse piştre bi hev re tev li vekirina bûroya hilbijartinê ya navçeyê bûn.

Parlamenter Sumeyye Boz: Meşa Azadiyê li dijî polîtîkayên zext û tecrîdê ye

Back to top button