Ji bo azadiya Rêber Ocalan, ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li Hesekê meşiyan. Ciwanan got, heta Rêber Ocalan azad be, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Bi sedan ciwanên PYD’ê û ciwanên saziyên sivîl û leşkerî ên kantoan Hesekê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan meşek li dar xist.
Ciwan ji çerxerêya Kevokê ber bi qada Şehîd Serhed a li taxa Miftê meşiyan.
Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê ciwanên PYD’ê Medya Ebdurehman axivî.
Medya Ebdurehman diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe heta azdiya Rêber Apo dewam bikin.