Piştî ku serokkomarê dewleta Tirkiyê Erdogan, kaxeza penaberan weke gef li dijî Ewropayê bikar anî, Yekîtiya Ewropayê 6 Milyar Euro dişîne ji penaberên li Tirkiyê re.
Komseriya Ewropî bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gorî hevpeymana sala 2016’an a navbera Yekîtiya Ewrop û dewleta Tirk de wan heta niha 2.7 Euro ji bo penaberên li Tirkiyê xerçkirine.
Li gorî daxuyaniyê wê heta dawiya vê salê 3 Milyar Euro bên dayîn.
Bi vê yekê wê heta dawiya sala 2020’an 4 milyar Euro ji bo penaberên li Tirkiyê bên xerçkirin.
Komseriyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bi vê gavê YE pabendî sozên xwe yên alîkariya penaberan dibe û dê di vê yekê de berdewam be.