Lavrov: Rûsya û Rojava nêzî şerekî din yê rast e

Rêveberiya Moskow di her fersendê de bertek nîşanî, piştevaniya welatên Rojava bo Kîevê dide. Herî dawî Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov got; Nakokiya di navbera Moskow û Rojava de nema dikare wekî ‘şerê hevrêzî’ were pênase kirin, lê nêzikî şerek rastîn e. YE jî dixwaze wêraniya li Ukrayna bi perê Rûsya were avakirin.

Li Ukrayna 11 mehe şereke dijwar heye.

Êrişa Rûsya ya li ser xaka Ukrayna û daxwaza Moskow heta niha rojhilatê welat ber bi wêraniyê ve biriye.

Di demekî wiha de, Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov serdana Afrîkaya Başûr kir.

Sergey Lavrov beriya serdana xwe welatên Rojava bi wê yekê tewambar kir ku bi şandina mîlyar dolar çekan a ji Ukraynayê re, bertek nîşanda û got: Nakokiya di navbera Moskow û Rojava de nema dikare wekî ‘şerê hevrêzî’ were pênase kirin, lê nêzikî şerek rastîn e.

Lavrov li paytexta Afrîkaya Başûr Pretoriyê wê bi hempişeya xwe yê wî welatî Naledi Pandor re bicive.

Rêveberên hikûmeta Afrîkaya Başûr ev yek weke serdaneke asayî binav kirin.

Di heman demê de partiyên opozisyonê û civata piçûk a Ukraynayê li wî welatî Afrîkaya Başûr bi xemsarîya rewşa Ukraynayê tawanbar kirin.

Hikûmeta Serok Cyril Ramaphosa tekez dike ku Afrîkaya Başûr di şer de bêalî ye û amade ye ku navbeynkariyê bike.

Artêşa Afrîkaya Başûr wê di navbera 17-27ê Sibatê de li peravên rojhilatê welêt bi Rûsya û Çînê re tetbîqata leşkerî ya hevpar pêk bîne.

Ev tetbîqata tê çaverêkirin ku têkiliyên bi Washington û welatên Ewropayê re zêdetir tengav bibin, wê di 24ê Sibatê de, di salvegera yekemîn a êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê re, dest pê bikin.

YE dixwaze Ukrayna bi pereyê Rûsya were avakirin

Li aliyekî din, Yekîtiya Ewropa dixwaze pereyê Rûsya yê di banga cîhanî de hatine cemidandin ji bo ji nûve avakirina Ukrayna were karanîn.

Li gorî Financial Times, Serokê Konseya Ewropî, Charles Michel, ji rêberên Yekîtiya Ewropî xwest ku danûstandinên li ser karanîna samanên desteserkirî yên Banka Navendî ya Rûsyayê bidomînin.

Li gorî rojnameyê, van samanên Rûsyayê yên li Ewropayê wê demê dikarin ji bo xebatên jinûveavakirinê yên Ukraynayê werin veqetandin.

Her wiha Michel di hevpeyvînekê de got ; N Ev yek li ser edaletê ye û divê li gorî prensîbên qanûnî were kirin.

Yekîtiya Ewropayê di meha Mijdarê de 300 milyar euro (326,73 mîlyar dolar) rezervên banka navendî ya Rûsyayê ji ber êrişa wê ya li ser Ukrayna cemidand.

Back to top button