Şêniyên Kobanê şehîd Îbarahîm û Fewaz bi merasimekê oxir kirin

Bi sedan şêniyên Kobanê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbarahîm Mustefa û şervanê QSD’ê şehîd Fewaz Kurt bi merasîmek girseyî oxir kirin. Di merasîmê de şehîd Rabîha û Xelîl hatin bi bîranîn.

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mustefa û şervanê QSD’ê Fewaz Kort (Erdal Amed) ên ku dema li ser karê xwe bûn şehîd bibûn li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.

Di merasîmê de Rabîha Abdulezîz Xelîl û hevserê wê Mihemed ên ku dema erka xwe li dibistaneke bajarê Girê Spî pêk dianîn di êrişa dagirkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê  de şehîd bibûn, hatin bi bîranîn.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Kobanê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê axeftin hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi diruşme û tilîliyên dayikanhatin veşartin.

Back to top button