Însiyatîfa Azadiya Ocalan name ji saziyên navnetewî re şandin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê têkildarî binpêkirinên li dijî rêber Ocalan ji saziyên navneteweyî re peyamek şand û banga bidawîkirina tecrîda girankirî kir.

Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li djiî rêber Abdullah Ocalan, xebatên Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê didomin.

Însiyatîfê ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê CPT, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê Volker Turk, sekretera giştî ya Meclisa Ewropayê Maria Bejenovic Boric û sekreterê giştî yê NY’ê Antonio Guterres re peyamek şand.

Li gorî însiyatîfê tê payîn ku kopiyeke peyamê îro radestî Boruya Hiqûqî ya Sedsalê bê kirin û dê piştre rasterast radestî her aliyan bê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev zêdetirî 22 meh e agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.

Rewşa li Îmraliyê wek “rewşeke xeternak û awarte” tê binavkirin.

Back to top button