KNK: Biryara almanya girînge û divê statuya Êzidîyan bê nas kirin

KNK’ê ragihand ku Biryara Meclis Almanya biryarekî giringî û lê belê heta ku statuya Şengalê û ewlehiya Êzidiyan neyên mîsogerkirin jenosîd dikare dubare bibe û ji ber vê yekê jî hin daxwaz û bendewarî kir.

Piştî Konseya Yekitiya Ewropayê (YE) û deh dewletan, Meclisa Federal a Almanyayê jî qirkirina di sala 2014’an de li dijî xelkê me yê Êzidî pêk hatibû weke Jenosîd qebûl kir.

Di sala 2014’an de xelkê me yê Êzidî tûşî êrişeke bi mebesta qirkirinê Êzidiyan ya ji aliyê DAIŞ’ê û hin hevkarên wê hatibû.

Armanc û hedefa vê qirkirinê, ku xelkê me yê Êzidî ji holê rakirin bû û helbet DAIŞ’ê bi tena serê xwe nekiribû, hevkarên wê hin dewletên herêmî jî hebûn.

Biryara Meclisa Almanyayê bi danasîna Jenosîdê biryareke erênî ye, lê ji bo çareserkirina pirs û dermankirina ku di dilê xelkê me yê Êzidî de vekiriye têr nake!

Ewlekarî û statuya xelkê me yê Êzîdî bê mîsogerkirin!

KNK van daxwaz û hêviyan ji saziyên navdewletî dike ku bi van erkên xwe rabe û li gorî pîvanên çareserkirin pirsên xelkê ku tûşî jenosîdê bûn bi heman rengî ji bo xelkê me yê Ezidî jî tevbigere:

KNK: Pêwîste jenosîd dubare nebe, zerar û ziyanên wan bê telafîkirin

Back to top button