CENTCOM: Di operasyona li dijî Hûsiyan de 2 deryavan mirin

Piştî operasyonên hevbeş a Îngîlîstan û Amerîkayê ya li dijî Husiyan alozî û pevçûnên li Behra Sor didome.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand 2 deryavanên Amerîkî di operasyona li dijî Hûsiyan de miriye.
Her wiha Husiyan ragihandin ku 64 keştî ji ber têkîliyên xwe bi Îsraîlê re nebûn ji Behra Sor bi ewle derbas bûne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku 2 deryavanên Amerîkî di operasyona li dijî Hûsiyan de miriye.

Fermandarê CENTCOM Orgeneral Michale Erik Kurilla di daxuyaniyekê de got,

“Em ji ber mirina 2 endamên xwe yên Hêzên Deryayî xemgîn in û em ê heya dawî fedakariya wan bibîr bînin.”

Di daxuyaniya hefteya borî ya CENTCOMê de, der barê operasyonê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Di 11’ê Çileya 2024’an de, Hêzên Deryayî yên CENTCOM’ê dest danîbûn ser keştiyek ku bi awayekî neqanûnî çekên Îranê vediguhestin.

Tiştên ku di keştiyê de hatine desteserkirin, amûrên pêşbirk û rênîşandanê û serikên şer ên mûşekên balîstîk ên menzîla navîn û mûşekên Kruzê yên dijî keştiyê ne.”

Hûsiyan: 64 keştî bi ewle ji behra sor derbas bûn

Hûsiyên Yemenê diyarkirin ku ji bo keştî li Behra Sor bi hêsanî derbas bibin divê “têkîliyê wan bi Îsraîlê re tune ye” ragihînin.

Her wiha Husiyan ragihandin ku 64 keştî ji ber têkîliyên xwe bi Îsraîlê re nebûn ji Behra Sor bi ewle derbas bûne.

Endamê Desteya Siyasî ya Bilind a Hûsiyan Mihemed Elî El-Hûsî li ser platforma medyaya civakî ya X’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Hûsî destnîşan kir ku Îngilîstan û Amerîkayê bi êrîşên xwe yên li ser Yemenê zirara herî mezin gihandin cîhanê û bi taybet Ewropayê.

Hûsiyan: Washington krîza navneteweyî ava dike

Hûsiyan Amerîkayê sûcdar dike ku bûyerên li Deryaya Sor bikar tîne da ku “krîza navneteweyî” çêbike.

Berdevkê Hûsiyan Muhammed Abdusselam di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê da wiha got:

“Hewldanên Amerîkayê yên ji bo xapandina raya giştî ya ku li Deryaya Sor diqewime derketiye holê.”

Abdusselam destnîşan kir ku rêveberiya Washingtonê hewl dide krîzeke navneteweyî çêbike û Yemenê ji encamên wê berpirsyar bibîne.

Berdevkê Hûsiyan bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir ku “ji berpirsiyariya xwe ya rawestandina êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê bi çêkirina qeyranên nehewce raweste.”

Amerîka û Îngîlîstanê êrîşî Hûsiyan kir

Back to top button