Esed Menan: Tirkiye li Efrînê bi destê ENKS’ê sûcê xwe rewa dike

Li herêmên Sûriyeyê yên dewleta Tirk dagir kirine, sûcên dewleta Tirk zêde dibin.
Di serî de Efrînê.
Welatiyan hişyarî li ser van sûcan da, bi taybet hişyarî li ser guhartina demografîk.

Endamê Meclisa Efrîn û Şehba yê PYD’ê Esed Menan derbarê mijarê de axivî.

Esed Menan diayr kir ku dewleta tirk a dagirker bi piştgiriya ENKS’ê siyaseta xwe ya qirêj li Efrînê rewa dike û dimeşîne.

Menan eşkerekir ku ev siyaset qet nayê qebûlkirin û got:

“Li Efrînê mal û milkên xelkê bi darê zorê têne desteserkirin.

Ji ber vê divê rêxistinên mafên mirovanvan kiryaran qebûl nekin.”

“Bêdengiya hêzên derve rewakirina guhertina demografîk e”

Endamê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Mihemed Elî jî got:

“Ji bo ev sûc werin sînordarkirin divê raya giştî ya cîhanê çavê xwe veke .

Li aliyekî din jî endamê Malbenda Çandê ya Helebê Welîd Hebeş jî dibêje:

“Divê hêzên navneteweyî tedbîrên guncaw li hember dewleta Tirk bigirin.”

Endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan Zeyneb Qenber ji aliyê xwe ve got:

“Armanca ji van sûcan rewakirina dagirkeriyê ye .”

Back to top button