Li Çinê erd şemitî: 47 kes mirin

Li herêmeke eyaleta Yûnnan a li başû-rrojavayê Çînê erd şemitî û 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a Çînê ya Nû, trajedî li gundê Lîangshûî ya li navçeya Zhenxîongê serê sibehê saet di 05:51’ê de qewimî û bandor li 18 malan kir.

Hate ragihandin ku 47 kes di binê axê de man û jiyana xwe ji dest dan.

Saziya weşanê ya dewletê CCTV got,

“Zêdeyî 200 kes bi rengekî lezgîn hatin veguhastin û 10 ekskavator, 33 wesayitên arkujiyê û zêdeyî 200 wezîfedarên rizgarkirinê ji bo karên lêgerîn û rizgarkirinê hatin seferberkirin.”

Bikarhênerên tevna medya civakî ya Çînê Douyin dîmen weşandin û tê de gundekî çiyê tê dîtin ku bi berfê girtî ye û ji ber hezazê xaniyên li gund kêm têne dîtin.

Li gorî CCTV’ê, Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng ferman da ku xizmetên rizgarkirinê ji bo kêmkirina windahiyan her tiştî bikin.

Yûnnan eyaleteke çiyayî ye ku gelek komên etnîkî lê hene û hîn jî yek ji eyaletên herî xizan ê Çînê ye.

Back to top button