Gerîlayan ji bo bîranîna fedayiyên ku li Enqerê çalakî pêk anîn li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin û derb li 2 çeperan hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji çiyê heta bi bajaran şerê hebûn û azadiyê li her derê bi xurtî dimeşînin.
HPG’ê diyar kir hêzên gerîla ji bo silavkirina çalakiya bi heybet ya fedaîyên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn gelek çalakî kirin û ev agahî parve kir:
HPG: Li Zap û Metîna 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin
“5 û 6’ê Cotmehê li Girê Cûdî û Girê Amediyê ya girêdayî herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li hêzên dagirker hate xistin.
Di van çalakiyan de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn, kamerayeke çavdêriyê hate rûxandin û derb li çeperekê hate xistin.
4 û 5’ê Cotmehê jî li Girê Ortê û Qada Çarçel yên girêdayî herêma Metîna li hêzên artêşa Tirk a dagirker hate xistin û dagirkerek hate kuştin.
Di van çalakiyan de jî derb li çeperekê hate xistin û dest li liv û tevgera helîkopteran hate werdan.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 5 û 6’ê Cotmehê çeperên şer yên li herêma Zapê bi balafirên şer, helîkopter, dronên bi teqemenî û topan hatin bombebarankirin.
HPG’ê bersiva îdayên Wezareta Şer û derewan ya dewleta Tirk da