Piştî çalakiya fedayî a li Enqerê operasyonên qirkirinê didomin

Piştî çalakiya fedayî a ku li paytexta Tirkiyê Enqerê li dijî Wezareta Karên Hundir hate kirin, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê operasyonên qirkirinê bê navber didomin.
Îro jî li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin. Di nava 5 rojan de hejmara kesên ku hatin binçavkirin gihaşt 246’an.

Gerîlayên HPG’ê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn di 1’ê cotmehê de li dijî Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk a li Enqereyê çalakiyeke fedayî lidarxistin.

Piştî vê çalakiyê ku li cîhanê deng veda, dewleta Tirk a faşîst yekser li dijî Kurdan dest bi operasyonên qirkirinê kir.

Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin

Îro jî li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê li ser gelek navend û malan de hatin girtin.

Di serdegirtinên malan ên li bajarên Îzmîr, Eskîşehîr, Kilîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Agirî, Bedlîs, Mêrsîn, Stenbol, Bûrsa, Mûgla û Şirnexê de 75 kes hatin binçavkirin.

Di nava kesên hatine binçavkirin de endamên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û siyasetmedar jî hene.

Di serdegirtina malan de Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ehmed Kanbal li Mêrdînê û li Îzmirê jî 2 rojnamevan hatin binçavkirin.

Di nava 5 rojan de 246 kes hatin binçavkirin

Piştî çalakiya fedayî ya li Enqerê di nava 5 rojan de rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de herî kêm 246 kes hatin binçavkirin.

20 jinên ku hatibûn binçavkirin pêr bi şev hatin berdan. Jin bi “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.

Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê a dewleta Tirk derbarê 23 kesên din jî ku têkildarî çalakiya li Enqerê de parvekirin kirine biryara binçavkirinê da.

Operasiyona qirkirina siyasî do roja 3’an de didome

Back to top button