Di 1’ê Cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a li Enqereyê êrişek pêkhat.
Di operasyona piştî êrişê li 18 bajaran hate kirin de zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin.
Di 1’ê Cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a di nav Wezareta Karên Hundir ji aliyê timek Tabora Nemîran ve li çalakiyek pêk hat.
Piştî çalakiyê dewleta Tirk dest bi operasyona binçavkirinê kir.
Duh li Stenbol û Kirklareliyê endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de herî kêm 20 kes hatibûn binçavkirin.
Îfadeyên kesên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a li Stenbolê dewam dike.
Di operasyona serê vê sibê hatî destpêkirin de jî gelek gel hatin binçavkirin.
Li Taxa Cûdî ya girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê jî polîsan bi ser malan de girtin.
Di serdegirtina malan de Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Fatma Gizleyicî hate binçavkirin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên li 16 bajaran hatin kirin de 55 kes hatinbe binçavkirin.
Yerlîkaya, di daxuyaniya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de aşkere kir ku gelemperiyê Tirkiyê ji saet 08.30’an bi tevlibûna 13 hezar û 440 personelên ewlehiyê operasyon hatiye destpêkirin.
Yerlîkaya, diyar kir ku di operasyona navenda wê Riha de li Mêrdîn, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Bûrsa, Êlih, Denîzlî, Edene, Qeyserî, Antalya, Konya, Isparta û
Kocaeliyê jî 55 kes hatine binçavkirin.
Îro di danê sibehê jî polîsan bi ser gelek malan de girtin.
Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Alî Yildiz û Ozkan Arslan, serokê Yekitiya Mêşvanan ê berê Kazim Tosun, nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Yaprak Kurban hatin binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin birin midûriyeta emniyetê lê sedema binçavkirina wan nehat zanîn.
Hat zanîn ku Arzu Ozdemîr jî di çarçoveya operasyonê de li Stenbolê hatiye binçavkirin.
Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh ji bo protestokirina endam û rêveberên wan jî nav de binçavkirina 20 kesan
Li pêşiya Rêxistina HDP’a Stenbolê ya li Beyoglûyê daxuyanî dan.
Polîsan êrişî çalakvanan kir û 10 kes binçav kirin.
Kesên hatin binçavkirin derbasî Midûriyeta Emnniyetê ya Stenbolê kirin.
Kesên hatin binçavkirin duh bi şev piştî îfadeyê hatin berdan.



