NPG nasnameya gerîlayên li Enqerê çalakiya fedayî kirin, eşkere kir

Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya gerîlayên ku di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiya fedaî kirin, eşkere kir û got: “Ev çalakiya bi heybet û dîrokî ji aliyê hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hat kirin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya gerîlayên 1’ê Cotmehê li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin, eşkere kir.

Daxuyaniya Fermandariyê bi vî rengî ye:

“Ev çalakiya bi heybet û dîrokî ku bi rengekî profesyonel pêk hat ji aliyê hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hat kirin.

Hevrêyên me bi çalakiya lehengiyê ya dîrokî dijminê qirker mêtinger hejand, mohra xwe li demekê xistin û bûn sembol. ”

HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwast û got:

“Em soz didin ku heta dawiyê em ê dilsozê têkoşîna hevrêyên xwe bin û teqez bi ser bixînin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Rojhat Zîlan
Nav paşnav: Ozkan Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Îpek
Bav: Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2023 / Enqere

Nasnav: Erdal Şahîn
Nav paşnav: Hasan Ogûz
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik: Ramziye
Bav: Abdûlselam
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2023 / Enqere

NPG’ê wiha qala têkoşerîya şehîd Rojhat Zîlan kir:

“Hevrê Rojhat Zîlan li navçeya Erdîşê ya Wanê li nava malbateke ji eşîra Celalî ji dayik bû û gorî cewhera Kurd û Kurdistanî mezin bû.

Piştî şehadeta birayê xwe Egîd Wan di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Fikir û hişmendiya xwe bi felsefeya Rêber Apo tije kir û bi vî rengî jiya.

Bi çalakiya fedaî ya li dilê dewleta Tirk a qirker ev ruhê fedaî gihand asta herî bilind û cihê xwe di dîroka serbilind a azadiyê ya gelê me de girt.”

HPG’ê li ser têkoşerîya şehîd Erdal Şahîn jî wiha got:

“Hevrêyê me Erdal li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û serî li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker netewand.

Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû û di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de bê du dil bû xwedî jiyaneke şoreşgerî.

Mîna teyrê baz ji êşên gelê me re bû bersiv, bi rengê Zîlan li dilê dijmin xist, bû yek ji bijarteyên xeleka li dora Rêber Apo.

Hevrêyê me Erdal ku navê xwe li nava nemiran neqişand, di dilê her ciwanekî Kurd de cih girt.”

Back to top button