Lenîn li Rûsyayê piştî 100 salan hat jibîrkirin

Salvegera sedemîn a koçkirina pêşengê şoreşger Lenîn e.
Di dema Sovyetê de girseyên mezin li ber cenazeyê Lenîn deqeyek rêz digirtin.
Îro merasîmên bibîranîna pêşengê şoreşger tenê çend kesan ve tê bibîranîn.
Kremlîn bi taybetî Vladimîr Putîn, Lenîn wekî rebêrê têkçûyî dibîne.
Her wiha Putin, Lenîn bi afirandina Ukraynayê tawanbar dike.

Rayedarên Rûsî salvegera sedemîn a koçkirina Lenînê ti daxuyanî nedan.

Tevî ku gora wî di bin siya Kremlîn de ye, tenê Partiya Komunîst merasîmek li ser gora wî lidarxist.

Kremlîn bi taybetî Vladimîr Putîn, Lenîn wekî rebêrê têkçûyî dibîne.

Ji hêla Kremlînê ve ji Lenîn zêdetir Stalîn weke sembola hêz û serkeftinê tê dîtin.

Avahiya ku ji kevirên sor û reş ên biriqandî hatî çêkirin, ji Cotmeha 1930’an vir ve di nava Qada Sor de radiweste.

Di sala 1953’an de, hestiyên Stalîn jî bi yên Lenîn re hatin girêdan,

lê di sala 1961’ê de di çarçoveya polîtîkayên paqijkirinê de hatin rakirin.

Di dema Sovyetê de girseyên mezin li ber cenazeyê Lenîn deqeyek rêz digirtin.

Îro merasîmên bibîranîna pêşengê şoreşger tenê çend kesan ve tê bibîranîn.

Putin bi avakirina Ukraynayê lenîn tawanbar dike

Cenazeyê mûmyakirî di serî de bû cihê geştiyariyê.

Her 18 mehan carekê, gor tê girtin da ku pispor bikaribin bermayiyan ji nû ve mûmye bikin.

Tê gotin tenê ji sedî 23 hestiyên Lenîn maye.

Vladîmîr Putîn kêm caran behsa Lenîn dike.

Sê roj piştî êrîşên li ser Ukraynayê, Pûtîn axaftinek tund pêşkêş kir, Lenîn bi afirandina Ukraynayê tawanbar kir.

Putin: Derhêner û Mîmarê Ukraynayê lenîn e

Li gorî Vladîmîr Pûtîn, dewleta Ukraynayê li ser axa Rûsyayê ava bû.

Serokê Rûsyayê Putin derbarê Lenîn de wiha got:

“Ukraynaya Sovyetê bi saya polîtîkayên Bolşevîkan derket holê.

Pir di cih de ye ku jê re Ukraynaya Lenîn bê gotin.

Dahêner û mîmarê wê Lenîn e.”

Back to top button