Dayîka Aşitiyê Ferha Akbulut a 65 salî hat binçavkirin

Di encama Operasyonên qirkirina siyasî li Şirnexê û navçeyên wê de, herî kêm 23 kes hatin binçavkirin.

Di çend rojên dawî de li gelek bajaran bi navê oprasyona şefaqê, bi ser gelek malan de hat girtin.

Di serdegirtinan de, li navçeya Qoser a Mêrdînê dayîka Aşitiyê û xebatkara HDP’ê ya demekî Ferha Akbulut a 65 salî hat binçavkirin.

Ferha 5 caran emelya mejî çêkiriye û nexweş e.

Li Şirnex û navçeyên wê 23 kes hatin binçavkirin

Li Şirnexê û navçeyên wê jî herî kêm 23 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn.

Polîsan piştî lêgerînê bi kêmanî 13 kes binçav kirin.

Li navçeya Rezanê ya Amedê Mîkaîl Yaman bi hinceta ku di navbera salên 2010 û 2020’an de ji birayê xwe yê girtî re pere şand, hat binçavkirin.

Back to top button