Parêzer Sînan Aras: Tecrîd pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd digire

Ji rêveberên Şaxê Wanê yê ÎHD’ê parêzer Heval Sînan Aras destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Apo tê ferzkirin li dijî Qanûna Ceza ya Tirk û Qanûna Înfazê ye.
Her wiha welatiyên Cizîrê diyar kirin ku tecrîd fikarên wan zêde dike û gotin:
“Ji bo azadiya Rêber Apo divê em dakevin qadan û têkoşînê bikin.”

Tecrîda li ser Rêber Apo û dîlgirtiyên azadiyê, giran dibe.

Ji rêveberên Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Heval Sînan Aras, derbarê tecrîdê de axivî.

Parêzer Heval Sînan Aras da zanîn ku li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de, mafên mirovan têne binpêkirin û wiha axivî:

“Li girtîgehên Tirkiye li dijî dîlgirtiyan tecrîdeke giran tê meşandin.

Kontrolên tenduristiyê û dermanên pêwîst nayên dayin.

Xizmên girtî û hikumxwaran nikarin bi hêsanî biçin serdanê.”

“Tirkiye destûra bingehîn û qanûna înfazê binpêdike”

Parêzer Sînan anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo li dijî Qanûna Ceza û Qanûna Înfaza Tirk e û got:

“Bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re çareseriyeke aqilane, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd tê astengkirin.”

Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin

Her wiha beşdarên ku tev li pêşhilbijartina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Cizîr a Şirnexê bûn têkildarî tecrîdê axivîn.

Ji welatiyan Emîn Dalmiş, diyar kir ku fikarên wan li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan zêde ne û got ku aştiyeke beyî wî pêk nayê.

Emîn Dalmiş, anî ziman ku ew dixwazin tecrîd bi dawî bibe û azadî pêk were.

Omer Yana jî destnîşan kir ku bi azadiya Abdullah Ocalan re pirsgrêka Kurd çareser dibe û got:

“Heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe ji bo me jiyan tune.

Heta agahî jê neyên girtin, çareserî jî ne pêkan e.

Em ê heta dawiyê li pey wî û doza wî bin.”

Ji jinan Ayşe Avşar jî bi lêv kir ku bi vekirina deriyê Îmraliyê dê azadî û demokrasî pêk bê.

”Banga min ji gelê Kurd re ew e ku destê xwe bidin hev û rêber Apo azad bikin.

Heke deriyê Îmraliyê vebû dê deriyê hemû zindanan jî vebe.

Dema rêber Apo azad bû dê her kes azad bibe. Heta ew azad nebe em jî azad nabin.”

Omer Kuçuk jî bal kişand li ser tifaqiya gelê kurd û diyar kir ku bêtifaqî tecrîdê girantir dike.

Enternasyonalan piştgiriya pêngava ‘100 hezar kartan’ kir

Back to top button